Putin helwesta welatên rojava li dijî Rûsyayê siband bûyerên serdema Naziyan
PeyamaKurd – Serokê Rûsyayê di hevpeyvînekê de, rexne li welatên rojava kir û diyar kir, hewl didin cûdakariyê li dijî çanda Rûsyayê bikin û ew helwesta welatên rojava şiband bûyerên serdema Naziyan.
Serokê Rûsyayê Vladimir Putin, do Îniyê di hevpeyvîneke televîzyonî de li Moskowê axivî û da zanîn, welatên rojava hewl didin Rûsya û xelkê wê ji cihana derve derxînin.
Putin eşkere kir, karê sitranbêjên Rûsî di şahiyan de nayên pêşandan û nivîsên nivîskarên Rûsî jî li hejmareke welatên rojava hatine qedexekirin.
Serokê Rûsyayê ev helwesta welatên rojava şiband helwesta Naziyên Almanyayê ku demekê wek Putin dibêje nêzîkî 90 sal berî niha pirtûkên Rûsî qedexe kiribûn.
Herwiha Serokê Rûsyayê Vladimir Putin destnîşan kir: “Îro ew hewl didin welatekî û xelkekî xwedî dîrokeke hezar salî ceza bikin û tenê bihêlin. Ez behsa proseya cûdakirin û neqebûlkirina hemû tiştan dikim ku pêwendiya wê bi Rûsyayê heye. Hewla hejmareke welatên rojava birêve diçe û li beramberî wê jî çavdêrî tê kirin.”
Di berdewamiyê de Putin eşkere kir: “Hinek dem jî bi handana aliyê desthilatdar tê encamdan. Karên her yek Çaykovskî, Şostakovîç û Raçmanînoviyan ji konsertan tên derxistin. Nivîskarê Rûsî û pirtûkên wan tên qedexekirin. Herî dawî kampanyayek li dijî wêjekarên Rûsî birêve çû, ew jî ji aliyê Naziyên li Almanyayê bû û berî niha nêzîkî 90 salî bû.”

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin