Putin, welatên Rojava bi durûtiyê tawanbar kir
PeyamaKurd- Serokê Dewleta Rusyayê Vladimir Putin, welatên Rojavayî bi durûtî û standardên dualî tawanbar kir.
Hat diyarkirin ku Vladimir Putin, di civîna ku li Rusyayê hat lidarxistin de bi nûnerên olî re hat cem hev. Putin di axaftina xwe de li ser rojeva cîhanê tawanên giran li welatên rojava kirin.
Li gorî agahiyên ku li ser civînê hatin dayîn, şerê li Filistînê yek ji mijarên herî girîng bûye û Putin di derbarê nîzama nû ya cîhanê de jî nêrînên xwe yên li ser vê mijarê pêşkêş kirine.
Hat diyarkirin ku Putin di axaftina xwe de got, “Li ser nîzama nû ya cîhanê axaftin tên kirin, lê her tim heman raman li pişt wê hene. Durûtî, standardên dualî, serdestiya gerdûnî, parastina pergala kolonyalîzmê hene.”

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin