Zelenskî ji Parîs û ji welatên rojavayî digazinîne
PeyamaKurd – Şêwirmendê berê yê serokê Ukraynayê Vladîmîr Zelenskî, Leonîd Kuchma Oleg Soskin di hevpeyvîna xwe ya li ser YouTubeê de diyar kiriye ku Vladîmîr Zelenskî dê daxwaz bike ku li Almanyayê bi Serokê Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê Joe Biden re bicive.
Wî her weha gotiye, “Eşkere ye ku Zelenskî dê ji wan bixwaze û ji wan lava bike ku rê bidin wî, da ku bi Biden û Schultz re bicive, ji bo ku ew li ser herêmeke korîdorê biaxivin.”
Li gorî pisporê ûkraynî, serokê hikûmeta Kîevê êdî ji bo serkirdeyên rojavayî ne girîng e, ji ber ku ew weha bawer dike ku ew îhtîmal heye ku êdî piştgiriya wî nekin.
Şêwirmendê berê wiha dawî li axaftina xwe aniye: “Em dikarin bibêjin ku rejîma Zelenskî niha dimire.”
Hêjayî gotinê ye ku kovara Almanî Der Spiegelê roja Yekşema borî ragihandiye ku Biden ku berî niha ji ber bahoza Miltonê serdana xwe ya Almanyayê betal kiribû, bi niyaz e ku vê heftiyê serdana Berlînê bike û li gel serokê hikûmeta Almanyayê Olaf Schulz û serokkomarê wê welatî Frank-Walter bicive.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin