Îran: Îsraîl û welatên Rojavayî dixwazin Îranê parçe bikin
PeyamaKurd – Îranê îdia kir ku îstixbaretên Îsraîl û welatên Rojavayî dixwazin bi derxistina şerê navxweyî Îranê parçe bikin.
Li gor Wezîrê Karên Derve yê Îranê Husên Emîrabdullahîan diyar kir, ew îstixbarat planan çêdikin ku li welêt şerê navxweyî destpê bike.
Emîrabdullahîan eşkere kir, divê sîyasetvanên Îsraîlî û welatên Rojavayî bizanibin ku Îran ne Lîbya yan jî Sudan e.
Herwiha Rêxistina Mafên Mirova ya Îranê (IHR) ku navenda wê li Oslo ye, do Çarşemê li ser hejmara kuştinên li protestoyan daxuyanîyek belav kir û got, di xwepêşandanên berdewam yên Îranê de heta niha herî kêm 342 kes ji alîyê hêzên ewlehîyê ve hatin kuştin ku ji wan 43 zarok û 26 jin in.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin