Wezîrên Derve yên welatên YEyê ji bo aloziya Îran û Îsraîlê dicivin

14 April 2024 21:55 0 dîtin
Wezîrên Derve yên welatên YEyê ji bo aloziya Îran û Îsraîlê dicivin

PeyamaKurd - Nûnerê Bilind ê Polîtîkayên Derve û Ewlekariyê yê Yekîtiya Ewropayê (YE) Josep Borrell piştî hêrişa Îranê ya li dijî Îsraîlê, banga civîna awarte li Wezîrên Derve yên YEyê kir.

Piştî hêrîşa rejîma Îranê ya li dijî Îsraîlê, civaka navneteweyî kete nava tevgerê.

Nûnerê Bilind ê Karûbarên Derve û Polîtîkayên Ewlekariyê yên YEyê Josep Borrell piştî hêrişa Îranê ya li dijî Îsraîlê, banga civîneke awarte li Wezîrên Derve yên YEyê kir.

Borrell di daxuyaniya xwe de wiha bang kir:

 "Piştî hêrişa Îranê ya li dijî Îsraîlê, min roja Sêşemê bang li Wezîrên Derve yên YEyê kir ku civîneke awarte ya bi vîdeo konferansê pêk bînin. Wek YEyê; armanca me kêmkirina rageşiyê û tevkariya ewlehiya herêmê ye."