Civîna wezîrên karên derve yên welatên NATO yê destpêkir
PeyamaKurd – Li payîtexta Belçîkayê li Breukselê civîna wezîrên karên derve yên welatên endamên NATO yê destpêkir. Civîn wê 2 roj dewam bike.
Di destpêka civînê de wezîrê karên derve yê Amerîkayê Antony Blinken û sekreterê giştî yê NATO yê Jens Stoltenberg axaftin kirin. Blinken ragihand ku berya êrîşa ser Ûkraynayê, di nav hevkariyê û koordînasyonê de bi hev şêwirîne û wê civîn îro û sibê dewam bike. Blinken got ku di serê şerde sê stratejiyan şopandine û ew her sê jî desteka Ûkraynayê, zordayîna ser Rûsyayê û garantîkirina parastina NATO ye.
Sekreterê giştî yê NATO yê Jens Stoltenberg jî got ku ne tenê li ser mijara Ûkraynayê lê ji Asyayê heya Pasîfîkê gelek mijar hene ku li ser wan biaxifin.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin