Civîna wezîrên karên derve yên G20 ê bi dawî bû
PeyamaKurd – Civîna wezîrên karên derve yên G20 ê li welatê Îtalyayê li bajarê Materayê bi dawî bû. Serokê dewra vê carê wezîrê karên derve yê Îtalyayê Luigi Di Maio bû û ragihand ku di civînê de li ser berlêgiretina Kovid-19 ê, dê çawa rawestin û çawa destekê bidin xwedana hev ya dinyayê. Di Maio ragihand ku wezîrên tevli civînê bûne ‘Encamnameya Matera’ yê qebûl kirine.
Li gor ragihandina wezîr Di Maio mijarên ku li ser ê lihev kirine ev in:
-Têkoşîna li hemberê Kovid-19 ê û bo berlêgirtina wê,
-Bêbaweriya bi xidayan û têkoşîna li hemberê wê,
-Li ser Afrîkayê û rû bi rûbûna Afrîkayê ya Kovid-19 ê, destekkirina Afrîkayê ji layê mirovahiyê û potansiyela wan ya dewlemendiya heyiyên xwezayî û bo derxistina wan,
-Stratejiya kêş û hewayê ya dinyayê û têkoşîna li hemberê guherîna wê,
-Îtalya bo mijara guherîna kêş û hewayê ya dinyayê dê weka Îngîltere û Amerîkayê nûnerekî taybet tayîn bike.
-Di çarçoveya civîna wezîrên karên derve yên G20 an de, civîna wezîrên karên derve û wezîrên geşepêdanê hat kirin.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin