Li Astanayê civîna wezîrên karên derve dest pê kir: Em li aliyê dîrokê yê rast in.
Di destpêka civînê de wezîrê karê derve yê Rusyayê Sergey Lavrov axivî û got; em li aliyê dîrokê yê rast in.
Di civînê de wezîrê karê derve yê Rusyayê Sergey Lavrov diyar kir ku ji bo çareseriya pirsgirêka Suriyê me gelekî helw da û heta asteke girîng jî em bi ser ketin. Me kir ku li exlebê Suriyê şer bisekine. Li her aliyê Suriyê agirbes hatiye îlankirin. Alîkariya insanî em dişînin her aliyê Suriyê.
Lavrov wiha berdewam kir: Em dixwazin ku yekîtiya axa Suriyê were parastin. Lavrov dengê xwe li Emerîkayê jî kir û wiha got: Em dibînin ku hinek dixwazin rejîma Suriyê biguherînin û hinek mîrekên/dewletên piçûk ava bikin. Lê ev li dijî pêvajoya Astanayê ye. Belê em dikarin bibêjin ku em li aliyê dîrokê yê rast in.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin