Wezîrên Karên Derve yên welatên endamên Yekîtiya Ewropayê dicivin

15 November 2021 12:59 0 dîtin
Wezîrên Karên Derve yên welatên endamên Yekîtiya Ewropayê dicivin

PeyamaKurd – Wezîrên Karên Derve yên welatên endamên Yekîtiya Ewropayê di derbarê rewşa sînorê Belarûs û Polandayê de dicivin û plana wan heye ku sizayên tund li ser Belarûsê bisepînin.

Li gor zanyariyan, sizayên vê carê ne tenê Lukashenko û berpirsên din ên Belarûsê li xwe digrin, lê belê hêla esmanî ya Belarûsê û ew ajansên geştiyariyê ku destê wan di kombûna koçberan de li ser sînor heye, ji van sizayan bê par namînin.

Seroka Komisyona Ewropayê Ursula von der Leyen eşkere dike: “Em ê sizayên xwe li ser Belarûsê, gelekî bilez zêde bikin. Herwiha bi min hate ragihandin, Amerîka jî, sizayên xwe amade kirine, ku destpêka Berfanbarê dikevine warê cîbicîkirinê. Sizayên Ewropa, ne tenê li ser kesayetiyan in, lê belê dezgehan jî li xwe digirin.”

Yekîtiya Ewropayê heta niha çar pakêcên sizayan, li ser Belarûsê sepandine, ew jî li beramber wê siyaseta ku hikûmeta Lukashenko peyrew dike.