Elî Muteherî: Rûsya dixwaze Îran bi bin dorpêçên welatên Rojavayî de bimîne
PeyamaKurd – Cîgirê berê yê Serokê meclîsa rejîma Îranê Elî Muteherî diyar kiriye, Rûsya dixwaze Îran bi bin dorpêçên welatên Rojavayî de bimîne.
Li gor Elî Muteherî di hevpeyvîna li gel nûçegihaniya “Sa`id” de eşkere kiriye: “Rûsya hizir dike ku eger danûstandinên Bercamê bigihîjne encamê, wê bala Amerîka û welatên Rojavayî ji ser Ukraynayê bê vekişandin û Rûsya dixwaze Îran di bin dorpêçan de bimîne ku li hemberê wê, derfeta Moskow ji bo çareserkirina pirsgirêka Ukraynayê hebe.
Herwiha daye zanîn: “Mixabin li pêkhateya desthilatê de, kesên hogirên Rûsyayê hene û siyaseta ne şerqî û ne xerbî ji bîr kirine û Rûsya hewl dide Bercamê wekî kartek givaşê li ser welatên Rojavayî bikar bîne”.
Di berdewamiyê de destnîşan kiriye: “Mikhail Ulyanov”, Nûnerê taybet ê Rûsyayê li danûstandinê Viyenayê gotibû: “Rêkeftina Bercamê, di demekê de ser digire ku tu pirgirêkek ji bo pêwendiyên bazirganî yên Tehran û Moskowê neyên pêş.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin