Rûsya dixwaze aloziya nava Îran û Îsraîlê kêm bibe
PeyamaKurd - Wezîrê Karên Derve yê Rûsyayê Sergey Lavrov aloziya di navbera Îran û Îsraîlê de wek "helwesteke tirsnak" binav kir.
Lavrov di civîna çapemeniyê de piştî hevdîtina hemtayê xwe yê Alman Heiko Maas qala vekişîna Amerîkayê ji peymana nukleerî û geşedanên li Sûriyeyê kir.
Lavrov bal kişand ser vekişîna ji peymana nukleerî ya ligel Îranê û got Amerîkayê biryarên Konseya Ewlekariya Neteweyên Yekbûyî binpê kirin û wiha got, "Em gelekî bifikar in ku Amerîka ji peymana nukleerî ya ligel Îranê vekişiya."
Lavrov diyar kir ku Îranê li hemberî biryara Amerîkayê bertekeke baş xwe da û got ku divê Washington encamên vê gavê baş binirxîne.
Lavrov di axaftina xwe de qala rageşiya Îsraîl û Îranê jî kir û wiha got, "Gurbûna rageşiya di navbera Îran û Îsraîlê de helwesteke tirsnak e. Hemû pirsgirêk divê bi diyalogê bên çareserkirin."
Wezîrê Karên Derva yê Almanyayê Maas jî diyar kir ku ew ji ber helwesta Îranê ya dijî Îsraîlê bifikar in û wiha dewam kir, "Der heqê qewimînên li Girên Golanê em pir bifikar in. Agahî hene ku fuzeyên Îranê avêtine binkeyên Îsraîlê yên li Girên Golanê. Ev yek nayê qebûlkirin."

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin