Rûsya li dijî dorpêçên nû yên li dijî Îranê derdikeve

25 June 2019 09:47 0 dîtin
Rûsya li dijî dorpêçên nû yên li dijî Îranê derdikeve

PeyamaKurd - Cîgirê Wezîrê Derve yê Dewleta Rûsyayê Sergey Ryabkov diyar kir, li dijî Îranê tengavkirinên nû dê rewşê xerab bike.

Cîgirê Wezîrê Derva yê Rûsyayê Sergey Ryabkov di civîneke rojnamevaniyê de gotina Serokê Amerîkayê Donald Trump a li dijî Îranê tengavkirinên nû wê têkevin rewacê, nirxand.

Ryabkov diyar kir, Amerîka li şûna ku rêya diyalogê veke, Îranê timî bi tengavkirinan tehdîd dike û got: "Eger Amerîka li dijî Îranê tengavkirinên nû têxe rewacê, rewş dê xerab bibe.“

Ryabkov destnîşan kir ku di 28ê Hezîranê de li paytextê Awisturyayê bajarê Viyanayê ji bo Plana Hevpar a Berfireh tê plankirin ku civîn were kirin û ev civîn dê di rewşên dijwar de derbas bibe û wiha pê de çû: "Welatên Ewropayî yên ku di vê peymanê de alî ne, ji bo ku helwesta dijî Îranê xurt bikin, bi Amerîkayê re dest bi lîstikê kirin."

Serokê Amerîkayê Donald Trump berî niha gotibû ku dorpêçên din ên dijî Îranê dê têkevin rewacê. Trump gotibû ku Amerîka alîgirê lihevkirinê ye û eger Îran tevkariyê qebûl bike ew dê dorpêçan rake.