Brîtanyayê li dijî Rûsyayê 65 dorpêçên nû yên jiyanî ragihand

24 March 2022 17:36 0 dîtin
Brîtanyayê li dijî Rûsyayê 65 dorpêçên nû yên jiyanî ragihand

PeyamaKurd – Ji ber şerê kur Rûsyayê li dijî Ukraynayê ji 24ê Sibata borî ve daye destpêkirin, Brîtanya li ser cezakirina Rûsyayê û eşkerekirina dorpêçên nû berdewam e.

Wezîra Derve ya Brîtanyayê Liz Truss, herî dawî pakête nû ya dorpêçan ragihand ku 65 saziyên pîşesaziyê dike armanc.

Liz Truss got ku, "65 dorpêç ji bo endustriya jiyanî ya mekîneya şer a Pûtîn bê rawestandin” hatine sepandin.

Ev dorpêçên nû yên Brîtanyayê di dema lutkeya NATO ya ser Ukraynayê de hatin eşkere kirin ku kompaniya leşkerên kirêkirî Wagner, sektorên stratejîk, banke û karsazên elît ên rûsî hedef digirin.