Ji Brîtanyayê planeke 6 xalan a dijî Rûsyayê: Divê Pûtîn bisike!..

06 March 2022 13:06 0 dîtin
Ji Brîtanyayê planeke 6 xalan a dijî Rûsyayê: Divê Pûtîn bisike!..

PeyamaKurd - Serokwezîrê Brîtanyayê Boris Johnson ji bo operasyonên leşkerî yên Rûsyayê li Ûkrayna bi ser nekevin, dest bi civînên diplomatîk dike.

Boris Johnson daxwaz kir ku hevahengî li ser asta navdewletî bê kirin û got: “Divê Putin bişike û divê em piştrast bin ku di vî karê dijminane de bi ser nekeve.”

Boris Johnson diyar kir: “Nabe em tenê bi axeftinan piştevaniya sîstema navdewletî ya li ser yasayan hatiye avakirin bikin, divê em berevaniyê li dijî her hewleke dubare nivîsandina yasayên navdewletî bi hêza leşkerî bikin.”

Plana kar a Boris Johnson ji 6 xalan pêk tê ku ew jî; alîkariya mirovî ya navdewletî ji bo Ûkrayna, bihêzkirina berevaniyê, guvaşa zêdetir ya aborî li ser Rûsya, kêmkirina şer bi rêya danûstandinê, diplomasî û bihêzkirina asayîşê li parzemîna Ewropayê.

Hat ragihandin ku di çarçoveyê de Johnson roja Duşemê bi Serokwezîrê Kanada û Serokwezîrê Holanda re dicive û roja Sêşemê jî bi serokên welatên Fişgrad re dicive ku ‌Hungarya, Polanya, Komara Çîk û Slovakia tê de cî digirin.