YEyê dorpêçên nû yên dijî Rûsyayê eskere kirin: Qada asmanî bi temamî hat girtin

27 February 2022 21:57 0 dîtin
YEyê dorpêçên nû yên dijî Rûsyayê eskere kirin: Qada asmanî bi temamî hat girtin

PeyamaKurd – Nûnerê Bilind ê Derve li Yekîtiya Ewropayê Josep Borell û Seroka Komîsyona Yekîtiya Ewropayê (YE) Ursula von der Leyen bi civîneke rojnamevanî îro Yekşemê dorpêç û cezayên nû yên ser Rûsyayê eşkere kirin.

Leyen û Borell destnîşan kirin ku ew rûbirûyî şerekî giştî yê Rûsyayê daye destpêkirin e û ew dê her cûre alîkariyên leşkerî jî bi berdewamî bidin Ûkraynayê.

Borell ragihand ku Yekîtiya Ewropayê ji bilî biryarên welatan yên yek bi yek wekî 27 welatên endam tevahiya qada asmanî li Rûsyayê digire.

Herwiha Borell da zanîn ku wê ji ber alîkariya wê ya bo Rûsyayê, ji bo Belarûsê jî wê dorpêçên wan hebin.

Josep Borrell got ku wê YE hemû karên ligel Banka Navendî ya Federasyona Rûsyayê qedexe bike.

von der Leyen jî eşke kir ku ji ber nûçeyên derew û dezenformasyona diken dezgehên medya Rûsyayê yên Sputnik û Russia Today û medyayên girêdayî wan li nav Yekîtiya Ewropayê wê bêne qedexekirin.