YEyê li ser pakêta 11emîn a dorpêçên ser Rûsyayê li hev kir

21 June 2023 21:04 0 dîtin
YEyê li ser pakêta 11emîn a dorpêçên ser Rûsyayê li hev kir

PeyamaKurd – Li ser hesabê fermî yê medya civakê yê Seroka Serdemê ya YE Swêdê hat ragihandin ku welatên Ewropayê li ser pakêta 11emîn a dorpêçên ser Rûsyayê li hev kirin.

Di parvekirina Seroka Serdemê ya YEyê Swêdê de hat gotin: "Îro balyozên welatên YEyê li ser pakêta 11emîn a dorpêçên ser Rûsyayê li hev kirin. Di pakêtê de, tedbîr û lîsteya kesên hewil didin dorpêçan binpê bikin cî digire.”

Seroka Komîsyona YEyê Ursula Von der Leyen jî di daxuyaniya xwe de kêfxweşiya xwe bo lihevkirina li ser pakêta 11emîn a dorpêçan anî ziman û got ku di pakêtê de ji bilî astenkirinên li ser îxracatê û lêdana derbeyê li mekîneya şer a Pûtîn, saziyên girêdayî Kremlînê jî hatine hedefgirtin.

Von der Leyen, diyar kir ku dê bi van dorpêçên nû re rê li ber Rûsyayê bê girtin ku xwe bigihîne hin berheman û ji valatiyan sûdê wernegire.