Yekîtiya Ewropa li ser pakêta nû ya dorpêçên ser Rûsyayê li hev kir
PeyamaKurd – Hat ragihandin ku piştî referandûm û tevlîkirina 4 herêmên Ukraynayê bo Rûsyayê, Yekîtiya Ewropayê jî pakêta 8emîn a dorpêçên li ser Rûsyayê werin sepandin pesend kir.
Hat diyarkirin ku wê pakêta 8an a dorpêçan piştî di Rojnameya Fermî ya Ewropayê de were weşandin bikeve pratîkê.
Di parvekirina li ser medya civakî ya welatê Çekya ku Seroka Serdemê ya Yekîtiya Ewropa ye de, hatiye gotin ku wan ji aliyê siyasî ve li ser dorpêçên nû yên bo Rûsyayê li hev kiriye.
Di çarçoveya pakêta 8an a dorpêçan de, qedexekirina bazirganîya ligel Rûsyayê û danîna nirxê tawan bo petrola Rûsî cî digirin.
Herwiha heger pakêt ji aliyê 27 welatên endamên YE ve were pejirandin, wê dorpêçên nû li ser hejmarek sazî û kesayetên rûsî jî were sepandin.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin