Yekîtiya Ewropayê dema dorpêçên ser Rûsyayê salekê dirêj kir

20 June 2022 17:59 0 dîtin
Yekîtiya Ewropayê dema dorpêçên ser Rûsyayê salekê dirêj kir

PeyamaKurd – Yekîtiya Ewropayê (YE) dorpêçên ku ji sala 2014an ve ji ber20 Kirim û Sîvastopolê li ser Rûsyayê sepandibûn, ji bo saleke din dirêj kir.

Dorpêçên YEyê hinarde û hawirdekirina berhemên li Kirim û Sîvastopol a Ukraynayê hatine hilberandin û veberhênan û turîzma wan herêman li xwe digirin.

Di dorpêçedan de, hemû kar û xebatên kompaniyên li wan herêmên di bin kontrola Rûsyayê de, dikevin nav dorpêç û qedexeyên Yekîtiya Ewropayê.

Komîsyona YEyê ragihand ku dorpêçên navborî heta 23yê Hezîrana 2023yan hatine dirêjkirin. Li aliyê din jî welatên endamên YEyê sepandina dorpêçên nû piştî êrîşên Rûsyayê yên ser Ukraynayê dewam dikin û li ser pakêtên nû dixebitin.