Yekîtiya Ewropayê dorpêçên nû dide ser Rûsyayê

11 April 2022 15:31 0 dîtin
Yekîtiya Ewropayê dorpêçên nû dide ser Rûsyayê

PeyamaKurd-Nûnerê Têkiliyên Derve û Ewlehiya Bilind a Yekîtiya Ewropayê Josep Borrell ragihand ku  ji bo Rûsyayê dorpêçên nû di rojeva wan de ne.

Josep Borrell beriya civîna Wezîrên Navxwe yên Yekîtiya Ewropayê, pirsên rojnamevanan bersivand. Borrell got ku wî di serdana Ukraynayê de çavdêrî kiriye ku Hêzên Rûs ber bi Donbasê ve diçin. Di dewamê de da zanîn ku dorpêçên li ser petrolê her dem di rojeva wan de ne û ragihand ku ew ê di vê civînê de bi wezîran re li ser gavên nû dan û stendinan bên kirin.