Yekîtiya Ewropayê (YE) "Karta Sîn" dide koçberên jêhatî

27 October 2024 20:44 0 dîtin
Yekîtiya Ewropayê (YE) "Karta Sîn" dide koçberên jêhatî

PeyamaKurd – Ji bo kesên ku dixwazin biçin welatên Yekîtiya Ewropayê û li wir bixebitin, sîstema Karta Şîn heye.

Karta Şîn cureyeke destûra rûniştinê ye, lê kesên ku di warekî de jêhatî ne jî dikarin vê kartê bistînin.

Li gorî statîstîkên Yekîtiya Ewropayê di sala 2023an de 89 hezar kesên ku çûne welatên Ewropayê Karta Şîn wergirtine. Di sala 2022an de 9 hezar zêde bû.

Hêjayî gotinê ye ku welatiyên Iraqî di nav kesên ku herî zêde Qerta Şîn werdigirin hene. Li gor amaran ji sedî 6ê wergirên Karta Şîn Iraqî ne.

Welatiyên Tirkiyeyê yên ku Karta Şîn werdigirin ji sedî 10 ê tevahiyê ne.

Welatê ku herî zêde Kartên Şîn dan Almanya bû ku 70 hezar kart derxist.

Endama YE Qibrisê qet Karta Şîn dernexistiye. Li aliyê din Macarîstanê heta niha tenê 17 kart derxistiye.