Yekîtiya Ewropayê ji ber bikaranîna karta koçberan daxwaza cezakirina Belarûsê kir

09 November 2021 19:27 0 dîtin
Yekîtiya Ewropayê ji ber bikaranîna karta koçberan daxwaza cezakirina Belarûsê kir

PeyamaKurd – Bi hezaran koçber li ser sînorên Poland û Belarûsê bi rojan e di sermaya zivistanê de, li benda çarenivîsa xwe ne ku hêzên Belarûsê wan ber bi sînorên Polandê ve dikişînin û polîsên Polandê jî destwerdanê li wan dikin û rê nadin derbas bibin.

Di çend rojên dawî de, dîmên koçberan ên gelek xembar li ser sînorên Poland û Belarûsê têne belavkirin ku beşek ji wan koçberên ketine wê rewşa xirab Kurd in.

Li ser rewşa sînorê her du welatan Yekîtiya Ewropayê li ser zimanê Seroka Komisyona Yekîtiyê Ursula von der Leyen daxwaz ji welatên endam kir, cezayên nû li ser Belarusê ferz bikin û got, bikaranîna koçberan ji bo mebestên siyasî nayê qebûlkirin.

Li aliyê din Poland jî siyaseta hêzê dijî koçberan bikar tîne û li herêma sînorî bi hezaran polîs belav kirine ku destwerdanê li koçberan dikin û nahêlin derbas bibin.

Hîn çareseriyek ji bo wan koçberên ser sînor nehatiye dîtin û heta niha ji ber rewşa xirab a hewayê û sedemên din hejmarek koçberan jî can daye û tê çaverêkirin rewş hîn xirabtir jî bibe.