Berdevkê Berpirsê Siyaseta Karên Derve yê YEyê: Yekîtiya Ewropayê tu car wan koçberan wernagire
PeyamaKurd – Berdevkê Berpirsê Siyaseta Karên Derve yê Yekîtiya Ewropayê Peter Stano li ser çarenûsa koçberên ku li ser sînorê navbera Belarûs û Polandayê asê mane diyar kir; Yekîtiya Ewropayê tu car wan koçberan wernagire û divê welatê Belarûsê wan koçberan bi selametî vegerîne welatên wan.
Peter Stano daye zanîn: “Tiştê ku em li sînorê navbera Belarûs û Polandayê dibînin, ji ber çend sedeman tu car navê qebûlkirin. Em dibînin ku mirov weke amûrek ji bo milmilaniya siyasî hatine bikaranîn, ev jî li dijî yasayên mirovî yên navdewletî ye.”
Stano eşkere kiriye: “Hinek hêz hewl didin vê qeyrana mirovî weke mertalek ji bo armanca xwe ya siyasî bi kar bînin, loma ji milmilaniya siyasî werin dûrxistin, ku birastî her dem li wê deverê desthilateke sitemkar û dîktator hebû û li dijî mafên mirovan bûn, ev jî nayê qebûlkirin.”
Berdevkê Berpirsê Siyaseta Karên Derve yê Yekîtiya Ewropayê diyar kiriye: “Niha hinek kes di vê navberê de bûne qurbanî, ku xelkê Kurdistan, Iraq, Sûriye, Afxanistan û welatên din in û ew li wê deverê ji aliyê rejîma Belarûsê ve hatine bikaranîn û bûne qurbanî.”
Peter Stano eşkere kiriye: “Em ligel hikûmetên Herêma Kurdistanê û Bexdayê li ser vê mijarê dest bi gotûbêjan kiriye, da ku bikarin rêyeke çareseriyê ji bo vê qeyranê bibînin, da ku rê li ber reftara Belarûsê bigrin, ku xelkê weke mertalek ji bo berjewendiyên xwe bi kar tîne.”
Stano destnîşan kiriye: “Em ji rejîma Belarûsê daxwaz dikin ku rê bide rêxistinên navdewletî û mirovî, da ku biçin hawara koçberên ku li ser sînorê wê yê ligel Polandayê asê mane, ji ber ku şêwazeke neyasayî ye, rê nayê dayîn ku werin nav Ewropayê, Belarûs jî rê nade wan vegerin nav axa wê.
Herwiha eşkere kiriye: “Em nikarin rê bidin koçberan ku werin nav axa Ewropayê, ku ji aliyê sîstemeke dîktatorî ya weke Belarûsê bi awayekî neyasayî ji bo meramên siyasî hatine bikaranîn, ev li dijî hemû bingeh û yasayan e, loma hemû hewlên me ji bo wê yekê dibe ku ew koçber bi silametî û bêyî ku bibin qurbanî, vegerin welatên xwe.”

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin