Berpirsê Siyaseta Karên Derve yê YEyê îro serdana Hewlêrê dike

07 September 2021 13:33 0 dîtin
Berpirsê Siyaseta Karên Derve yê YEyê îro serdana Hewlêrê dike

PeyamaKurd  Berpirsê Siyaseta Karên Derve yê Yekîtiya Ewropayê Josep Borrell, bi şandekê re niha li Bexda ye û biryar e îro serdana Hewlêrê bike û bi berpirsên payebilind ên Herêma Kurdistanê re bicive.

Nûnerê Hikûmeta Herêma Kurdistanê li Yekîtiya Ewropayê Dilawer Xalid Ajgeyî daye zanîn: ‘‘Îro 07.09.2021ê şandeyeke payebilind a Yekîtiya Ewropayê, bi serokatiya Berpirsê Siyaseta Karên Derve û Asayîşa Yekîtiya Ewropayê Josep Borrell dê serdana Hewlêrê bike û li gel berpirsên payebilindên Herêma Kurdistanê bicive.’’

Çend roj berî niha jî Serokomarê Fransayê Emmanuel Macron, serdana Hewlêrê kiribû.