Rapor: Li ser sînorên Yekîtiya Ewropayê tundiya li dijî koçberan zêde dibe

09 December 2022 12:33 0 dîtin
Rapor: Li ser sînorên Yekîtiya Ewropayê tundiya li dijî koçberan zêde dibe

PeyamaKurdKoma Çep-GUE/NGL ya Parlamentoya Ewropayê (PE) û Tora Şopandina Şîdeta Sînor diyar kirin, li ser sînorên welatên Yekîtiya Ewropayê (YE) li koçberan her ku diçe tundî zêdetir tê kirin.

Koma Sol-GUE/NGL ya PE, tevî Tora Şopandina Şîdeta Sînor a ku bi piranî li herêmên Balkan û Yûnanîstanê kar dike, binpêkirinên mafên mirovan ên li sînorên derve yên YEyê yên di salên 2021 û 2022an de rapor kirin.

Rapora bi sernavê "Pirtûka reş a li ser paşvekişandinê", destnîşan kir, tenê ji sedî 5ê kesên ku di sala 2021-an de hatine hevpeyivîn gotin, dema ji Ewropayê hatine dersînorkirin rastî karanîna "hêzek zêde" nehatine an jî şahidî nekirine.

Daxuyaniya çapemeniyê li ser raporê de hat eşkerekirin, "Gelek ji van rûpelan bi şahidiyên kesên li ser tevgerê tije ne, yên ku hem ji sînorên derve yên YE û hem jî di kûrahiya axa welatên endam de, rastî lêdan, heqaret û bi awayekî keyfî hatine binçavkirin."

Di raporê de tê gotin, di gelek rewşan de bi awayên curbecur rastî îşkenceyê hatine, wek destavêtin, îstismara zayendî, lêdana zêde û dirêj, bikaranîna çekên elektrîkê li dijî wan, heta avêtina çemê li ser sînor. Karbidestan carna jî bi destên xwe, hat destnîşankirin ku li seranserê Ewropayê sîstemên ji jor ve hatine xurtkirin hene.

Hope Barker, analîstê siyasetê yê payebilind ê Torê ku rapor pêşkêşî APê kir got: “Em ji xala înkarkirina hebûna paşvekişandinê wêdetir in. Di destê me de delîlên kamera, raporên bijîşkî û ji hezarî zêdetir şahidî hene. Ev tenê daneyên ku me karî kom bikin.”

Barker bi karanîna peyva "Ev serê berfê ye, bi sed hezaran çîrok hene ku me nebihîstiye." Barker got, "Vekêşandin neqanûnî ne. Em ê têkoşîna wan bidomînin û van raporan biweşînin heta ku ev tundî bi dawî bibe."

Cornelia Ernst, endama Alman a Koma Sol-GUE/NGL, Komîsyona YE sûcdar kir ku li dijî dewletên endam ku koçberan paşde dikişînin û mafê penaberiyê red dikin, prosedurên binpêkirinê nedaye destpêkirin.

Ernst li ser malpera Komê banga îmzekirina kampanyaya "Stop pushbacks" kir.

Di raporê de bûyerên li Yûnanîstan, Bulgarîstan, Avusturya, Îtalya, Slovenya, Xirwatya, Polonya, Macarîstan, Romanya, Sirbîstan, Bosna û Herzegovîna, Montenegro, Kosova, Makedonyaya Bakur û Albanya cih girtin.