Yekîtiya Ewropayê li hember girtina sînorên Macarîstanê bertek nîsan da
PeyamaKurd – Macarîstan ji ber vîrusa Koronayê, sînorên xwe ji welatên din re girt. Piştî vê biryarê Komîsyona Yekîtiya Ewropa (YE), Macaristan rexne kir û li hember biryara girtina sînoran, bertek nişan da .
Berdevka Komîsyona YE Christian Wigand, di preskonferansa rojane de li ser biryara Macaristanê bertek nîşan da.
Wigand dîyar kir, biryara Macaristanê li dijî gera serbest ya di nav hemwelatiyên YE de ye.
Wê da zanîn, ew bo gera serbest ya li nav YE xebatên xwe didomînin û got ku bo sînordarkirinên ji ber vîrusa Korona, endamên yekîtiyê dê krîterên hevbeş eşkere bikin.
Hikûmeta Macaristanê, roja Înê diyar kiribû ew ê ji 1ê Îlonê pê ve ji xeynî serdanên mecbûrî, hemwelatiyên YE jî di nav de, sînorên xwe bo hemî kesan bigire.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin