Endamên Yekîtiya Ewropayê li ser peymana nû ya penaber û koçberan li hev kirin

21 December 2023 17:32 0 dîtin
Endamên Yekîtiya Ewropayê li ser peymana nû ya penaber û koçberan li hev kirin

PeyamaKurd – Yekîtiya Ewropayê (YE) li ser Peymana Nû ya Koçberî û Penaberiyê ya ku tê de rêziknameyên nû yên li ser penaxwaz û koçberan pêk tê û tê payîn sala bê bikeve meriyetê, li hev kir.

Peymana ku wê sala bê bikeve meriyetê de, avakirina mekanîzmayeke nû ji bo parvekirina serlêdanên penaberiyê di nav welatên Yekîtiya Ewropî de, pêkanîna penaberî, veger û prosedurên sînor bi bandortir û nermtir, berhevkirina daneyên rasttir ji bo tespîtkirina tevgerên bêdestûr û guhertina qaîdeyên li ser naskirina hemwelatiyên ne YE û zêdekirina ewlehiyê li herêma Şengenê hene.

Di daxuyaniya ku ji aliyê Komîsyona Ewropayê ve hat dayîn de hat ragihandin ku peyman ji bo sîstemeke hevpar a birêvebirina koçberan a li YEyê serkeftineke girîng e û wiha hat gotin, "Peymana ku îro hat kirin, biryardariya YEyê ya ji bo birêvebirina koçberan bi awayekî adil û rêkûpêk nîşan dide hişt ku ew ji çareseriyên demkî derbasî çareseriyên demdirêj û domdar bibe."