Yekîtiya Ewropayê: Me daxwaz kiriye ku Iraq penaberên xwe werbigre
PeyamaKurd – Yekîtiya Ewropayê, di derbarê penaberên Iraqî de diyar kir; ligel rayedarên Iraqê di pêwendiyê de ne, da ku Bexdayê razî bikin ku berpirsyariya xwe bigrin stûyê xwe û penaberên ku berê xwe dane Lîtwanyayê, werbigre.
Bi rêya Belarusê, bi hezaran penaberên Iraqî ku bi balafirê geşt kiribûn, xwe gîhandine Lîtwanyayê û li wir hatine desteserkirin.
Berdevkê Komîsyona Ewropayê da zanîn; bi rêya dîplomasiyê ligel Iraqê hewl didin ku vê pirsgirêkê çareser bikin.
Herwiha destnîşan kir: “Me daxwaz kiriye ku Iraq wan welatiyên xwe werbigre, ku bi balafirê ji Bexdayê derketine û çûne Belarusê û ji wir bi neyasayî gihiştine Lîtwanyayê.”
Yekîtiya Ewropayê di wê baweriyê de ye ku Belarus mijara penaberan weke çekek li dijî Yekîtiya Ewropayê bi giştî û li dijî Lîtwanyayê bi taybetî, bi kar tîne.
Berdevkê Komîsyona Ewropayê diyar kiriye; ev reftara Belarusê, nabe sedema wê yekê ku Iraq berpirsyariya xwe neyne cih.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin