PENTAGON: Iraqê ji me daxwaza vekisînê nekiriye
PeyamaKurd - PENTAGONê ragihand ku hikûmeta navendî ya Iraqê, daxwaza vekişîna hêzên leşkerî yê DYAyê ji wan nekiriye.
Cîgira Berdevkê Wezareta Parastinê (PENTAGON) ya Dewleten Yekbûyî yên Amerîkayê (DYA) Sabrina Singh, di daxuyaniya çapemeniyê ya rûtîn de daxuyaniyên hikûmeta navendî ya Iraqê ku ji DYAyê xwestine "hezên xwe yên leşkerî ji Iraq û Herêma Kurdistanê vekişîne" derewand.
Singh di derbarê vê angaştê de got: “hikûmeta Iraqê ji DYAyê daxwaza vekişîna hêzên leşkerî nekiriye.”
Wezareta Derve ya DYA û Wezareta Parastinê ya Iraqê ragihandibûn ku ku her du welatan lijneyeke bilind a leşkerî ava kirine.
Wezaretên her dû welatan di daxuyaniyên xwe de ragihandibûn ku ev lijneya ku hatiye damezirandin, ji bo hevkariya ewlehî ya dualî, wê bi taybetî li ser guherîna pêwendiyên xwezayî yên Iraq û DYAyê raweste.
Li gorî rêkeftina vê lijneyê, wê DYA û Iraq, di rojên pêş de dest bi civînên komîteya bilind a hevbeş bikin.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin