Pentagon: Eger Iraq bi fermî daxwaza mana me bike, em amade ne li Iraqê bimînin
PeyamaKurd – Wezareta Berevaniyê ya Amerîkayê "Pentagon" diyar kir; li gel rayedarên Iraqê axivîne û mana serbazên wan li Iraqê berdewam dibe.
Li gor Berdevkê Wezareta Berevaniyê ya Amerîkayê John Kirby ragihand; li ser daxwaza Iraqê, ew pabend in bi sozên xwe û hebûna serbazên wan li Iraqê wê berdewam bibe.
Niha Pentagon dide zanîn; eger Iraq bi fermî daxwaza mana wan bike, ew amade ne li Iraqê bimînin.
Ev di demekê de ye ku îro Fermandarê Fermandariya Hêzên Hevbeş ên Iraqê ragihand; Amerîkayê 2100 barên alavên serbazî û 1800 wesayît û belemên biçûk û tanker radestî Iraqê kirin.
Piştre îro Şêwirmendê Asayîşa Niştimanî ya Iraqê Qasim Erecî ragihand; dawiya îsal hemû hêzên şerker ên biyanî ji Iraqê vedikişin.
Meha Hezîrana îsal Amerîka û Bexdayê li ser wê yekê li hev kirin ku heta dawiya îsal Amerîka serbazên xwe yên şerker ji Iraqê vekişîne û tenê di warê şêwir û rahênana serbazî de di şerê têkoşîna dijî terorê de alîkariya Iraqê bike.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin