PDKê bi nameyeke fermî ji Iraqê daxwaza qerebûkirina tawanên leskerî kir
PeyamaKurd - Fraksiyona Partiya Demokrat a Kurdistanê (PDK) daxwaz ji Serokwezîrê Iraqê kir, gelê Kurd li hember tawanên ku ji aliyê rejîmên Iraqê ve hatine kirin, qerebû bike.
Cîgirê Serokê Fraksiyona Partiya Demokrat a Kurdistanê (PDK) li Parlamentoya Iraqê Merîwan Qerenî, ragihand ku bi raspartina Serok Mesûd Barzanî 11ê Mijdarê wan nameyek pêşkeşî Serokwezîrê Iraqê Mihemed Şiya Sûdanî kiriye û daxwaza qerebûkirina tawanên leşkerî yên sala 2009an ji aliyê artêşa Iraqê ve hatine encamdan kirine.
Qerenî ragihand: “Li ser rasperdeya Serok Barzanî û di çarçoveya pabendbûna me de ji bo xizmetkirina gelê Kurd, me roja 11ê Mijdarê nameyeke fermî arasteyî Serokwezîr Iraqê Mihemed Şiya Sûdanî kir û bi dest gihandê. Me tê de diyar kir ku divê kar bi destûr û yasaya qerebûkirina operasyonên şer û xeletiyên leşkerî yên bi hejmara 20’an a sala 2009’an bên kirin.”
Qerenî diyar kir: “Li gorî yasayê divê (şehîd û kesên winda, kêmendamên tam yan jî qismî, zirarên gihîştine mal û milkan û ziyanên girêdanî kar û perwerdeyê) bên qerebûkirin. Herwiha divê yasaya qerebûkirina mal û milkên qurbaniyên rejîma berê ya jimare 16 a sala 2010an, ku qerebûkirina hemû qurbaniyên rejîma berê ji sala 1968an û heta sala 2023an lixwe digire, were cîbicîkirin.”
Di nameya PDKê de hate tekez kirin ku rejîma berê bi sedhezaran welatiyên sivîl, ji wan 8 hezar Barzanî û bi hezaran Feylî bi komî kuştine, ji bilî wêrankirina 4500 gundên Kurdan, bikaranîna çekên qedexekirî li gelek deverên Herêma Kurdistanê, ji wan jî Helebce.
Cîgirê Serokê Fraksiyona PDKê da zanîn: “Rêjîmên berê bi milyonan mîn çandine û bûye sedema zirarên canî û aborî ku ji bo rakirina wê gelek hewldan, pisporî û pere pêwîst in.”
Qerenî bibîr xist. “Di nameya xwe ya ji bo Sûdaniyê de, me diyar kir ku hemû kiryarên ku me behs kirine, ji aliyê yasayî ve berpirsatiyê çêdike.” Tekez kir jî: Divê zirarên mezin û metirsîdar ên ku gihîştine xak û gelê Kurdistanê, werin qerebûkirin.”
Herwiha Qerenî ragihand: “Di dawiyê de, me tekezî li ser wê yekê kir ku divê hikûmeta federal hemû ziyan û wêraniya giheştiye xelkê, mal û milk û û jîngehê, qerebû bike, da ku dadmendiyê li hember tawanên rêjîma berê yên di derheqê gelê Kurd de, pêk bîne.”

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin