PDKê bi fermî doz li Dadgeha Federal a Iraqê vekir
PeyamaKurd - Berpirsê saziya hilbijartinaan a Partiya Demokrat a Kurdistanê (PDK) Xesro Goran ragihand ku wan bi fermî li dadgeha federal a Iraqê doz vekiriye.
Berpirsê saziya hilbijartina PDKê Xesro Gorran ji basnewsê re ragehandiye, piştî parlamentoya Iraqê biryar da, hilbijartinên encûmena parêzgehên Iraqê, bi parêzgeha Kerkûkê ve jî dê pêk bên, wan li hember biryarê nerazîbûn nîşan daye.
Xesro Goran diyar kir ku PDKê bi fermî doz li dadgeha federal a Iraqê vekiriye û got: ‘’Em wan gotegotan red dikin ku namzedê me bo helbijartina encûmena parêzgeha Kerkûkê hatiye diyar kirin.’’
Li gor biryara encûmena nûnerên Iraqê ku derveyî beşek kêm a parlamenterên YNKê û hemû parlamenterên kurd ên li Bexdayê deng nedan, lê biryar hate dayîn meha Nîsan a 2020ê de hilbijartinên encûmena parêzgehên Iraqê bi Kerkûkê ve birêve biçe.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin