Dadgeha Federal a Iraqê, li ser avahiya PDKê ya li Kerkûkê biryar da

03 September 2023 20:33 0 dîtin
Dadgeha Federal a Iraqê, li ser avahiya PDKê ya li Kerkûkê biryar da

PeyamaKurd- Dadgeha Bilind a Federal a Iraqê biryar da ku biryara Serokwezîrê Iraqê Mihemed Şiya es-Sûdanî ya radestkirina baregeha PDKê ya li Kerkûkê, bi awayekî demkî rawestîne.

Dadgeha Bilind a Federal a Iraqê, giliyê Parlamenterê Ereb Vesfî Asî Husên ku gotibû, ‘biryara ragirtina avahiya berê ya PDKê ku wekî baregeha Fermandeya Operasyonên Hevbeş a li Kerkûkê dihat bikaranîn, ji bo partiyê hatiye rawestandin’ nirxand.

Dadgehê biryar da ku heta giliyê di derbarê mijarê de bê çareserkirin, hemû xebatên radestkirinê dê bên taloqkirin.

Dadgehê sedema biryara îro bi “Parastina serwerî û yekparçeyiya destûra Iraqê û axa Iraqê ku tekezî li ser ewlekariya jiyan û jiyana hevbeş a Kerkûk û welatiyên wê dike” nîşan da.

Li Kerkûkê, di 27ê Tebaxê de komek alîgirên Heşdî Şeibî ku li ber baregehê kon vedan û nobedê girtin û Erebên ku ji bajarên derdorê hatibûn, rêya Kerkûk û Hewlêrê li trafîkê girtin.