PDKê bi fermî ji Iraqê rawestandina bombardiman û serê Tirkiye-PKKê xwest
PeyamaKurd - Endamê fraksiyona PDKê li civata nûnerên Iraqê Dr. Diyar Berwarî ragihand ku fraksiyona PDKê bi awayek fermî daxwaz ji Parlamentoya Iraqê kiriye bombebaranên balafirên Tirkiyê yên li ser herêmê bên rawestandin û daxwaz hatiye kirin ku çar wezîr jî li parlamentoyê amade bin.
Endamê fraksiyona PDKê li civata nûnerên Iraqê Dr. Diyar Berwarî da zanîn ku wan beyanameyek derxistiye û bi awayekî fermî daye lijneya berevaniyê û ewlehiya parlamentoya Iraqê, ku bombebaranên balafirên Tirkiyê û şerê wan ê li gel PKKê li ser herêma Kurdistanê bê rawestandin.
Berwarî ji BasNewsê re gotiye, "Herwiha me daxwaz ji lijneyê kiriye 4 wezîrên hikûmeta Iraqê yên peyvendîdar li parlamentoyê amade bin bo guftûgoyên li ser vê babetê."
Beyanameya PDKê wiha ye:
Van rojên dawiyê çalakiyên leşkerî yên dewleta tirk zêdebûye û gişt deverên sînorî li xwe girtiye û bi taybet jî devera qeza Amêdiyê. Ev jî bûye sedem ku rewşa deverê têkbiçe û ziyanên madî û giyanî pêkbê û bûye fişarek bo vala kirina xelkê wan gundan. Hebûna hejmarek zêde ya çekdarên dijî dewleta tirk li wan deveran rewş bi temamî aloz kiriye, ji ber vê jî em şermizar dikin.
Ji bo rawestandina wan karên leşkerî li deverên nişticîh û gundan, dixwazim lijneya berevaniyê û navxweyî xwedî li karê xwe derkeve û wezîrê berevaniyê, wezîrê navxweyî hikûmeta federal û wezîrê navxwe û wezîrê Pêşmerge li herêma Kurdistanê bangî parlamentoyê bikin û vê babetê guftûgo li ser bikin û bigehin biryarekî çareser û ew xelk jî bê qerebû kirin û di ewlehiyê de li deverên xwe bijîn.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin