Pentagon: Ti daxwazeke fermî ji bo vekisîna ji Iraqê nehatiye

13 February 2024 20:24 0 dîtin
Pentagon: Ti daxwazeke fermî ji bo vekisîna ji Iraqê nehatiye

PeyamaKurd – Berdevkê Wezareta Berevaniya Amerîkayê (Pentagon) General Patrick Patrick Ryder, ragihand ku wan ti daxwazeke fermî ji bo vekişîna leşkerên xwe ji Iraqê wernegirtiye.

Berdevkê Pentagonê Ryder, da xuyakirin ku ji bo vekişîna hêzên amerîkî ji Iraqê ti tarîxek nehatiye diyarkirin û got, wê ji bo guherîna misyona hêzên leşkerî yên li Iraqê Komîteya Bilind a Leşkerî biryarê bide.

Patrick Ryder da zanîn, hevdîtinên ligel berpirsên Iraqê ji bo guhertina misyona hêzên hevpeymaniya navdewletî yên li Iraqê xwedî girîngiyekê ne.