Rapora Pentagonê: Amerîka vekisîna ji Iraqê berçav dike

20 August 2024 19:04 0 dîtin
Rapora Pentagonê: Amerîka vekisîna ji Iraqê berçav dike

PeyamaKurd - Ofîsa Pişkinînê ya Giştî ya Wezareta Parastinê ya Amerîkayê (PENTAGON) bi raporekê ragihand ku Amerîka êdî vekişîna hêzên xwe, rewşa DAIŞê û milîsên Îranê berçav dike.

Di rapora Pentagonê ya berî çend rojan hatiye belavkirin û çavdêriya çalakiyên çaryeka yekê ya îsal dike de tê gotin, hejmara endamên DAIŞê li Iraqê kêm bûye, lê dîsa jî rêxistinê hewl daye îsal êrîşên xwe du caran li gor êrîşên sala 2023yan bike.

Di beşeke raporê de, behsa komên milîs ên Îranî tê kirin û tê diyakirin, wan koman bi awayekî demkî êrîşên xwe li dijî hêz û dezgehên Amerîka û Hevpeymanan li Iraqê rawestandine.

Herwiha tê bibîrxistin, “Şandên nûnertiya Amerîka û Iraqê li ser danûstandinên navbera xwe berdewam in ka çawa û kengî hêzên Amerîkayê li Iraqê pêngavan ji bo lihevkirina ewlehiyê ya dualî biavêjin.”

Di beşa dawî ya raporê de hatiye gotin, “Serokwezîrê Iraqê Mihemed Şiya Sûdanî ji aliyê hin aliyan ve rûbirûyî guvaşên navxweyî bûye. Bi taybet li ser piştrastbûna ji bo pêkanîna pêwendiyên ewlehî û leşkerî yên navbera Iraq û Amerîkayê ku ew alî dixwazin hêzên Amerîkayî ji Iraqê derkevin.”