Amerîka bersiva Hamasê û vekisîna ji Iraqê dide
PeyamaKurd – DYAyê hişyarî da ku hebûna Hamas û Hûsiyan li Iraqê dibe ku nakokiyên li welêt kûrtir bike.
Berdevkê Wezareta Derve ya Amerîkayê Matthew Miller di civîna çapemeniyê de pirsên rojnamevanan ên derbarê geşedanên li Rojhilata Navîn de bersivand.
Miller got, "Hamas û Hûsî rêxistinên terorîst in. Destûrkirina wan ku li Iraqê kar bikin metirsiya zêdekirina hejmara komên çekdar ên ku dixwazin tundiyê bikar bînin ji bo têkbirina armancên hikûmeta Iraqî yên aramî, serwerî û mezinbûna aborî heye."
"Me bi hikûmeta Iraqê re parve kir"
Miller diyar kir ku helwesta van koman a ji bo vekirina buroyan li Bexdaya paytexte Iraqe gelek zelal e û got, "Em piştgirîya Iraqeke bi îstîqrar û ewledar dikin. Hebûna van koman li Iraqê metirsiya kişandina Iraqê di nav nakokiyên navçeyî yên kûrtir de dike û me ev fikar rasterast bi hikûmeta Iraqê re parve kirin."
Miller diyar kir ku ew naxwazin zêdetir li ser kiryarên Bexdayê şîrove bikin û ew li bendê ne ku rêveberiya Bexdayê "berpirsiyar bipirse her kesê ku li herêmê li dijî personelên Amerîkî û hêzên Amerîkî çalakiyan dike."
"Danûstandinên derbarê vekişînê de dewam dikin"
Li ser pirsa derbarê vekişîna hêzên Amerîkayê ji Iraqê de jî berdevk diyar kir ku ev mijar gelek caran di navbera her du dewletan de hatiye rojevê û got, "Ev danûstandin berdewam dikin."
Miller diyar kir ku wan "bi zelalî ragihand ku ew ê çend faktoran binirxînin da ku diyar bikin ka wê kengê û çawaniya erkê hevpeymaniya cîhanî li Iraqê bi dawî bibe û ji bo rêkxistina derbasbûna bo hevkariyeke ewlekarî ya berdewam a dualî li gorî rêkeftina navbera Iraq û Dewletên Yekbûyî."

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin