Amerîka: Di nav hevdîtinên Iraq-Amerîka de xala vekisîna Amerîkayê ji Iraqê tine

26 January 2024 00:04 0 dîtin
Amerîka: Di nav hevdîtinên Iraq-Amerîka de xala vekisîna Amerîkayê ji Iraqê tine

PeyamaKurd – Di navbera Iraqê û Amerîka de komîsyon a bilind ya leşkerî (HMC) ku hat avakirin û weka grûbekî xebatê ye ku hevdîtinan dikin. Lê di nava hevdîtinên Amerîka-Iraqê de xala vekişîna Amerîkayê ya ji Iraqê tine.

Rêvebirên Pentagonê ragihandin ku civîna HMCê ji şeklê bidin dahatûya leşkerî ya Amerîkayê ya li Iraqê û ji bo bikin ku DEAŞ bi awayekî mayînde têk here, weka pêvajoyekiye.

Rêvebirên Amerîkayê yên di asta bilind de ragihandin ku di nav hevdîtinan de xala ku wê Amerîka ji Iraqê vekişe tine. Li ser mijarê, Pentagon, wezareta karên derve û berpirsên artêşê di nav xwe de civînekî çapemeniyê kirin.

Di civînê de rêvebirekî Pentagonê ragihand ku HMC pêvajoyekiye civîna ku di Tebaxa 2023an de di navbera her dû dewletan de çêbû û weha dewam kir:

“Aşkera bêjim ku di civîna HMCê de muzakereyekî ku hêzên Amerîkayê ji Iraqê vekişin tê de tine. Em li ser daweta hukumeta Iraqê ji bo bi DEAŞê re têbikoşin li Iraqê ne. Hevkarên me yên Iraqî, ji bo şeklê heyiya leşkerî ya Amerîka ya li Iraqê bidinê, ji bo DEAŞê bi mayîndeyî têk bibin, soz dane me ku bi biryarin.”

Niha li Iraqê li dora 2.500 leşkerên Amerîkayê hene lê Iraq dixwaze ku jimara nûnerên Amerîkî kêm bike.