Amerîka: Hevdîtinên ewlehiyê yên bi Iraqê re destpê kirin

23 July 2024 09:06 0 dîtin
Amerîka: Hevdîtinên ewlehiyê yên bi Iraqê re destpê kirin

PeyamaKurd – Balyoza Amerîka li Iraqê Alina Romanowski ragihand ku danûstandinên hevbeş ên ewlehiyê di navbera Iraq û Amerîkayê de destpê kirine.

Balyoz Romanowski di parvekirina xwe ya li ser hesabê xwe yê medyaya civakî X de ragihand ku hevdîtinên ewlehiyê yên hevbeş di navbera Amerîka û Iraqê de roja Duşemê 22ê Tîrmeha 2024an (doh) li Washingtonê destpê kirine.

Alina Romanowski diyar kir ku berpirsên ewlehiyê yên Amerîka û Iraqê wê li ser paşeroja hevpeymaniya navdewletî û bihêzkirina hevkariyên ewlehiyê yên di navbera her du welatan de gotûbêj bikin.

Mijara berdewamkirina erkê hevpeymaniya navdewletî ya li dijî DAIŞê bi pêşengiya Amerîka li Iraqê yek ji mijarên ku di serdana Serokwezîrê Iraqê Mihemed Şîa Sûdanî bo Washingtonê de hat gotûbêjkirin.

Ji ber ku gelek zext li hikûmetê tê kirin ku leşkerên biyanî li welêt nemînin. Li gel van hemû zextan, DYAyê gelek caran ragihandiye ku hîn jî DAIŞ li herêmê metirsî ye û ew amade ne ji Iraqê derkeve.

Herwiha komîteyeke serbazî ya bilind ji bo berfirehkirina hemahengiya leşkerî di navbera Iraq û Amerîkayê de û diyarkirina erkê hêzên hevpeymaniyê yên pêşerojê hat avakirin.