Hevdîtinên leskerî yên di navbera Amerîka û 'Wî welatî' de ji nû ve destpê kirin
PeyamaKurd – Hat destnîşankirin ku hevdîtinên leşkerî yên di navbera Amerîka û Çînê de ku ji ber ziyareta Seroka Meclisa Nûneran a berê Nancy Pelosi ya ji bo Taywana ku di sala 2022an da bi Çînê re di nav nakokiya serweriyê de ye hatibûn qutkirin, ji nû ve destpê kirin.
Li gorî daxuyaniyên wezaretên parastinê yên her du welatan 17emîn Hevdîtinên Koordînasyona Polîtîkaya Parastinê ya Çîn û Amerîkayê di navbera 8-9ê Çileyê de li Washingtonê pêk hat.
Di hevdîtinê de, Cîgirê Wezîrê Berevaniya Amerîkayê Michael Chase ku berpirsê pirsên Çîn, Taywan û Mongolya ye, beşdarî şanda Amerîkayê bû. Şanda Çînê jî bi serokatiya Cîgirê Serokê Beşa Hevkariya Leşkerî ya Navdewletî ya Komîsyona Leşkerî ya Navendî ya Çînê Orgeneral Song Yanchao bû.
Li gorî daxuyaniya ku ji aliyê Pentagonê ve derbarê hevdîtinê de hat dayîn, Alîkarê Wezîr Chase diyar kir ku "Ji bo ku pêşbirka di navbera Amerîka û Çînê de nebe pevçûn, divê kanalên ragihandinê yên leşkerî vekirî bin."
Chase bal kişand ser girîngiya ewlekariya operasyonê ya li herêma Hind-Pasîfîkê û wiha got: "Amerîka li ku derê hiqûqa navneteweyî destûrê bide wê livîn, firîn û gerîna keştiyan bidomîne."
Ji aliyek din ve, Chase pabendbûna Amerîka bi hevpeymaniyên xwe yên li herêma Hind-Pasîfîk û cîhanê dubare kir.
Chase nerehetiya xwe ji destdirêjiya Çînê li ser keştiyên Fîlîpînî yên ku bi qanûnî di Deryaya Çînê ya Başûr de digerin, anî ziman, Chase tekezî li ser giringiya dabînkirina azadiya geryana li deryayên behrê li gorî yasayên navdewletî kir.
Aliyê Amerîkayê pabendbûna xwe bi prensîba "Yek Çîn" a derbarê Taywanê de piştrast kir û tekezî li ser giringiya parastina aştî û aramiyê li tengava Taywanê kir.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin