Di navbera Amerîka û Îranê de hevdîtinên nepenî çêbûn
PeyamaKurd – Hat ragihandin ku Amerîka û nûnerên Îranê çend roj berê li welatê Ummanê ji bo gengeşeyên li Rojhilata Navîn bixin bin kontrolê li Ummanê civînekî bi dizî kirine.
Malpera nûçeyan ya Îsraîlê "Walla" nûçeyê belav kiriye, binkeya nûçeya xwe biriye ser du çavkaniyan ku navên wan aşkera nekiriye û gotiye gotiye ku di 14ê Gulanê de Amerîka û Îran li ser rewşa Rojhilata Navîn li welatê Ummanê civînekî nepenî kirine.
Di hevdîtinê de ji terefê Amerîkayê ji konseya ewlehiyê ya Koşka Sipî koordînatorê Rojhilata Navîn û bakûrê Afrîkayê Brett McGurk û nûnerê ji Îranê berpirs Abram Paley tevî civînê bûne lê ji bo terefê Îranê ti nav nehat dayîn.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin