Qatar: Peymana navbera Amerîka û Îranê dest bicîhbûnê kir
PeyamaKurd – Peymana bi navbeynkariya Qatarê ku di navbera Amerîka û Îranê de hatibû kirin, dest bicîhbûnê kir. Wezareta karên derve ya Qatarê ragihand ku di çarçova peymanê de Îran 5 girtiyên Amerîkayê serbest berdaye û Amerîka perê Îranê yên di fonên Kore ya Başûr de hatibû blokekirin, dewrî Qatarê kirine.
Wezîrê dewletê yê Qatarê ku ji karên derve yê welatê xwe berpirse Muhammed bin Abdulaziz el-Xelîfe, ragihandiye ku peymana guhertina esîran ya navbera Tehran û Washingtonê destpêkiriye.
Qatar, ragihand ku Îran 5 kesên Amerîkayê serbest berdaye û di rêya Dohayê de ne ku diçin balafirgeha Dohayê lê di derbarê jimara serbest berdana girtiyên Îraniyan de tiştek negot. Xelîfe got:
“Ev perçeyekî ji peymana bi navbeynkariya Qatarê ya di navbera Amerîka û Îranê ye ku meha borî peyman hatibû îmzekirin. Fonên Îranê ji Kore hatin şandin bo Qatarê. Qatar xwe amade dike da kanala bankayê ya ji bo mirovî aktîf bike.”
Îran, wê nikaribe pere ji bankayên Qatarê bistîne tenê wê karibe pêdiviyên mirovî yên weke derman, xwurek û tiştên ji bo jiyanê pêwistin, bi wan peran bikire.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin