Amerîka: Her diçe hevkariya bergiriyê ya navbera Rûsya û Îranê xwurt dibe
PeyamaKurd –Koordînatorê stratejik yê netewî yê konseya ewlehiyê yê Koşka Sipî John Kirby ragihand ku ew difikirin her diçe hevkariya bergiriyê ya navbera Rûsya û Îranê kûr dibe û got ku Rûsya dikare balafiran bifroşe Îranê. Kirby di civîna çapemeniyê ya rojane de axifî û got ku Îran di şerê Rûsya û Ûkrayna de desteka xwe ya ji bo Rûsyayê fireh kiriye û di mijarê de agahiyan wan heye.
Kirby ragihand ku Îran di meha kanûnê de ji bo Rûsyayê gulên tank û topan şandiye da di şerê li hemberê Ûkraynayê de bikarbîne û Rûsya jî li hemberê wan ji bo techîzatên eskerî bidest bixe hevkariyê bi Îranê re dike. Kirby axaftina xwe weha dewam kir:
“Rûsya ji bo hevkariya bi Îranê re demekî dirêje ji bo fuzeyên seyrê, perçên elektronîk û yên parastina hewayî di nav de, hevkariyê peşkeş dike û em bawerin Rûsya dikare balafirên şer jî bide Îranê.
Îran lê digere ku ji Rûsyayê techîzatên radar û helîkopterên êrîşê bikire, di encamê de ji Rûsyayê bi milyar dolaran techîzatên leşkerî dixwaze. Em difikirin ku hevkariya di navbera Rûsya û Îranê de ji bo Rojhilata Navîn baş nîne.
Kore ya bakûr jî ji bo grûba Wagner a li Ûkraynayê sîlih temîn dike. Îşaret hene ku Çîn jî alîkariya çekan bide Rûsyayê lê heya niha nekiriye.”

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin