Wezîrên bergiriyê yên Iraqê û Amerîkayê li ser hevkariya leskerî civiyan

24 July 2024 23:38 0 dîtin
Wezîrên bergiriyê yên Iraqê û Amerîkayê li ser hevkariya leskerî civiyan

PeyamaKurd – Wezîrê bergiriyê yê Amerîkayê (Pentagon) Lloyd Austin û wezîrê bergiriyê yê Iraqê Sabit el-Abbasi li Washingtonê civiyan û li ser hevkariya leşkerî ya navbera her dî dewletan axifîn.

Di axaftinê de li ser dahatûya ortaxî û hevkariya bergiriya leşkerî, li ser dawîhatina misyona leşkerî ya koalisyona li dijî DEAŞê ya Iraqê û hevkariya ewlehiya li Iraqê axifîn.

Pentagonê li ser hevdîtinê daxwuyaniyekî nivîskî da û got ku li Washingtonê, di çarçova Diyaloga Hevkariya Ewlehiya Ortax ya Amerîka-Iraqê (JSCD) ya 2024an de, Austin û Abbasî civiyane û li ser dahatûya Ortaxiya Bergiriyê ya Amerîka-Iraqê axifîne.

Di hevdîtinê de wezîr Austin gotiye ku Amerîka li ser bingeha desthilat, ewlehî û îstîqrara Iraqê, li ser ehda xwe ye. Ji bo xwurtkirina têkiliyên navbera her dû dewletan dê pêwendî dewam bikin.