Amerîka Tirkiyê tehdîd kir: Bi Rûsya re hevkariya sanayiya bergiriyê nekin
PeyamaKurd – Xebera sewqiyata S-400 an ji Rûsyayê ji bo Tirkiyê, Rojavayiyan xist nav endîşê bi taybetî Amerîkayê. Amerîka bi salaye sîstema Patriotan nade Tirkiyê, Tirkiyê ji bernama F-35 an derxist û hem balafiran nafroşe Tirkiyê û pê nexweşe ku ji Rûsyayê sîstema S-400 an ya bergiriyê bikire. Li ser mijarê berdevkê wezareta bergiriyê ya Amerîkayê Ned Price weha got:
“Niha dewlet xwe ji hevkariya sanayiya bergiriya Rûsyayê dûr bihêlin, ji her carê girîngtire. Ji ber ev kiryar dê wan bixe rîska dorpêçan.”
Rêvebirê Xizmeta leşkerî-teknîk yê Rûsya Federal Dmitri Şugayev ragihand ku Tirkiye ji bo amadekirina partiya duyem ya sîstema S-400 an peymanekî îmze kiriye. Şugayev, ji ajansa fermî ya Rûsyayê ji TASS ê re got ku Tirkiye dikare li welatê xwe hinek perçeyên sîstema S-400 an hilberîne û di nav peymanê de jî heye. Şugayev got ku niha di pratîkê de peyman tê bicîhanîn.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin