Amerîka: Em bang dikin Rûsya vegere ser peymana dexlê û em minnetdarê Tirkiyê ne
PeyamaKurd – Li ser hevdîtina serokkomarê Tirkiyê Recep Tayip Erdoğan û serokê Rûsyayê Vladimir Putin ku li Soçiyê hevdîtin kirin, daxwuyanî ji Amerîka hat dayîn. Wezareta karên derve ya Amerîkayê di daxwuyaniya xwe de got:
“Em bang dikin Rûsyayê ku vegere ser peymana dexlê. Amerîka û Neteweyên Yekgirtî minnetdarê Tirkiyê ne.
Di hevdîtina li Soçiyê de mijara bingehîn bû mijara peymana dexlê ku Rûsya peymanê yekalî fesx kiribû. Putin ragihand ku eger dorpêçên di derbarê îxracata dexlê de ji ser Rûsyayê rakin, wê car din vegere ser peymanê. Erdoğan jî ragihand ku Neteweyên Yekgirtî paketekî nû ya dexlê amade bike, bi paketê dibe ku peyman dewam bike.
Erdoğan di dewama axaftina xwe de got ku heya niha ti pêşniyarekî temam ji bo terefan têr nekiriye ku hevkariya dexlê dewam bike ji ber mayînde nebûne. Erdoğan got:
“Ji bo peyman dewam bike, hun tev dizanin Rûsya çi dixwaze. Me jî pêşniyarên Rûsyayê bi her awayî ragihand. Em bawerin ji bo peyman dewam bike, divê kêmasî temam bibin. Min fikra xwe di civînê de ji dostê xwe Putin re jî got. Di mijarê de îstîşara bi NY re girînge û me paketekî amade kir. Ez bawerim di rêya vê pêvajoya nûh de, em dikarin bigihên ecnamê. Em weke Tirkiye bawerin ku bersiva bendeyan bibînin û di wextekî kurt de bigihên encamê.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin