Neteweyên Yekbûyî bang li Rûsyayê kir: Vegere Peymana Nû ya Kêmkirina Çekên Stratejîk
PeyamaKurd – Neteweyên Yekbûyî (NY) bang li Rûsyayê kir ku vegere Peymana Nû ya Kêmkirina Çekên Stratejîk (START) û bi temamî peymanê bi cih bîne.
Berdevkê Sekreterê Giştî yê Neteweyên Yekbûyî Stephane Dujarric di civîna çapemeniyê ya rojane de li ser biryara Serokê Rûsyayê Vladîmîr Pûtîn a rawestandina peymana START a Nû bersiv da.
Dujarric diyar kir, helwesta Sekreterê Giştî yê Neteweyên Yekbûyî Antonîo Guterres a derbarê peymana START a Nû de gelekî zelal e û wiha got, "Em careke din bang li hemû aliyan dikin ku li peymanê vegerin û bi tevahî bi cih bînin."
Dujarric bal kişand, ev peyman ne tenê ji bo aliyan, Rûsya û Amerîkayê, ji bo hemû civaka navneteweyî jî ewlehiyê dide û got, cîhaneke çekên nukleerî ne di bin kontrolê de bin, dibe ku pir xeternak be û divê bi lezgînî li diyalogê vegerin.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin