Neteweyên Yekbûyî banga hevkariyê li Rûsyayê kir

28 April 2022 15:17 0 dîtin
Neteweyên Yekbûyî  banga hevkariyê li Rûsyayê kir

PeyamaKurd- Ji Sekreteriya Neteweyên Yekbûyî bang li Rûsyayê hat kirin ku ji ber tawanên şer ên ku li Ukraynayê çêbûbin, bi Dadgeha Sizayê ya Navneteweyî re hevkariyê bike.

Li ser berdewamkirina şerê navbera Rûsya û Ukraynayê, Sekreterê Giştî yê Neteweyên Yekbûyî Antonio Guterres bang li Rûsyayê kir. Guterres ji Rûsyayê xwest ku di şerê dagirkirina Ukraynayê de li ser tawanên şer ên dibe ku hatibin kirin, lêkolîn hene û li ser van lêkolînan jî Rûsyayê vexwend ku bi Dadgeya Sizayê ya Navneteweyî re hevkariyê bike. Hat zanîn ku ev bang bi taybetî piştî dîmenên li parêzgeha Bûçayê ya Ukraynayê hatiye kirin.