Çavusoglu: Têkiliyên me bi NY, Amerîka, Rûsya, Iraq û rejîmê Sûriyê re dewam dikin
PeyamaKurd – Wezîrê Karên Derve yê Tirkiyê Mewlûd Çavuşoglu do derbarê pêwendiya di asta bilind a bi Şamê re piştî 11 salan daxuyaniyek da.
Çavuşoglu di civîna nirxandina dawiya salê ya bi çapemeniyê re axivî û got, "Weke hûn jî dizanin Hulusî Paşa û Hakan Bey do li Moskovayê bûn" û da zanîn, ew ê bi Wezîrê Karên Derve yê Rûsyayê Sergey Lavrov re jî hevdîtinê pêk bînin.
Çavuşoglu wiha got: "Têkiliyên me yên bi NY, Amerîka, Rûsya, Iraq û rejîmê re dewam dikin."
Do wezîrên berevaniyê û serokên îstixbarata Rûsya, Sûriye û Tirkiyê li Moskowê civiyan.
Wezîrê Parastina Neteweyî Hulusî Akar û Serokê Rêxistina Îstixbarata Neteweyî (MÎT) Hakan Fîdan ku bi wan ra çûbû Moskovayê; Bi Wezîrê Berevaniya Rûsyayê Sergey Şoygu û Wezîrê Berevaniya Sûriyê Elî Mehmûd Ebas û serokên îstixbarata herdu welatan re civiya.
Serokomarê Tirkiyê Recep Tayyîp Erdogan di nîvê mehê de di dema vegerê ya ji Tirkmenîstanê de bal kişand ser têkiliyên bi rejîma Şamê re û got, "Em weke sê sêyek Sûriye-Tirkiye-Rûsya dixwazin gavekê bavêjin. Pêşî rêxistinên me yên îstîxbaratê, paşê wezîrên me yên parastinê, paşê wezîrên me yên karên derve tên cem hev. Paşê em ê wek serok bên cem hev."
Herî dawî Çavuşoglu di civîna çapemeniyê de bal kişand ser rageşiya bi Yûnanîstanê re jî û got, "Ne di 1'an de, em ê destûrê nedin ku li Egeyê (Yûnanîstan) 1 kîlometro jî avên bejahî bên berfirehkirin. Biryara ku Meclîsa me ya di sala 1995an de girtiye ev e, zelal û hîn jî derbasdar e."

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin