Sûdanî: Têkiliyên Amerîka-Iraqê mifteya îstiqrara Rojhilata Navîn e

12 April 2024 17:02 0 dîtin
Sûdanî: Têkiliyên Amerîka-Iraqê mifteya îstiqrara Rojhilata Navîn e

PeyamaKurd- Serokwezîrê Iraqê Mihemed Şiya Sûdanî, beriya serdana xwe ya Washingtonê ku amadekarî bo wê tê kirin, ji kovara Amerîkî Foreign Affairs re gotarek nivîsand.

Sûdanî beriya hevdîtina ligel Serokê Amerîkayê Joe Biden li Koşka Spî daye xuyakirin ku 5 mijarên sereke yên bi berpirsên amerîkî re gotûbêj bikin hene.

Babetên sereke yên hevdîtinê eşkere kir

Sûdanî daye zanîn ku di nav wan de, du babetên sereke li ser aboriyê ne û yên din jî li ser têkoşîna dijî terorê ne.

Serokwezîrê Iraqê di gotaara xwe de, bal kişandiye ser girîngiya pêwendiyên Amerîka û Iraqê û gotiye, “Pêwendiyên Iraq-Amerîkayê mifteya îstiqrara Rojhilata Navîn e”.

Pêdivîya Iraqê bi şirîkatiyeke nû heye

Herwiha li demeke ku daxwaza vekişîna hêzên Amerîkî ji Iraqê tê kirin jî Sûdanî gotiype, “Pêdivîya Iraqê bi şirîkatiyeke nû ya ligel Amerîkayê heye.”

Sûdanî daye xuyakirin, “Şêwaza nû ya şirîkatiya me, tevî berjewendiyên hevpar ên dualî dibe ku bibe hêza çêker bo dabînkirina îstiqrarê li Rojhilata Navîn.”