Sûdanî: Pêdivîya Iraqê hê jî bi hêzên Amerîka û NATOyê heye!
PeyamaKurd - Serokwezîrê Iraqê Mihemed Şiya Sûdanî cara yekem ji dema avakirina hikûmeta xwe ve eşkere kir ku ji bo jinavbirina DAIŞê pêdiviya Iraqê bi hêzên Amerîka û NATOyê heye ku ew dixwazin wek welatên Kendavê sûdê ji pêwendiyên ligel Amerîkayê bistînin.
Serokwezîrê Iraqê Mihemed Şiya Sûdanî ji rojnameya Wall Street Journal a Amerîkî re gotiye, ti nexşerêyek ji bo vekişîna hêzên hevpeyman ji Iraqê nîne û pêwîstiya Iraqê bi wê yekê heye ku ew bimînin daku DAIŞê bi temamî jinav bibe.
Sûdanî ji WSJê re got: "Metirsî û êrîşên çekdarên DAIŞê ji Sûriyê berdewam in ji bo nav deverên Iraqî, lewra hêzên ewlekariya Iraqî hîn jî pêwîstiya wan bi piştgirî, şîret û rahênana hêzên hevpeymaniyê heye."
'Joe Biden ji bo têkiliyên baş ên Bexda û Washingtonê derfetek e'
Herwiha Sûdanî gotiye, kabîneya wî dixwaze weke Erebistana Siûdî û welatên Kendavê sûdê ji pêwendiyên ligel Amerîkayê werbigire û di heman demê de dikare pêwendiyên baş ligel Îran û Amerîkayê hebe.
Sûdanî ji Wall Street Journal re daye xuyakirin: "Serok Joe Biden ji yên beriya xwe cuda ye û Iraqê ji her kesî çêtir nas dike. Ev yek dikare bibe bingehek ji bo têkiliyek pir baş di navbera Bexda û Washingtonê de."

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin